Jinên Çerkes, Ereb û Kurd ên bajarê Minbicê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê sûcên dermirovî ne.Jinan teqez kir ku ewê bi yek destî li hemberî êrîşan bibin bersiv.
Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jina Çerkes Naciya Mihemed axivî û got:
“Em jinên ji hemû pêkhateyan amade ne bersiva van êrişan bidin.
Li hemberî her dijminekî ku dixwaze xaka me dagir bike, emê hevgirtî bin û bi xaka xwe ve girêdayî bin.”
Jina Kurd Asya Îsmaîl Hisên jî diyarkir ku dewleta dagirker bi van êrişan ve dixwaze dagirkeriya xwe li heremê herfireh bike.
Asya Îsmaîl bang li hemû jinan kir ku di di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de li dijî êrişan bi erka xwe rabin.
Her wiha Reşa Şalan ji pêkhateya Ereb e, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
“Em ê bi îrade û îsrara xwe serkeftinê misoger bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.”



