Çeteyên dewleta Tirk 15 kes ji Şêrewayê revandin

Li Efrîna dagirkirî, dîsa bi destê hovên dewleta Tirk, 15 kes hatin revandin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê bi ser gundê Beya بعية yê navçeya Şêrawayê de girt û ew dorpêç kir, paşê 15 sivîl ber bi girtîgehan ve birin.

Li gorî Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê jî, çeteyan jina bi navê Kurdistan Mihemed Berekat, ji gundê Fafirtînê yê heman navçeyê revand.

Di van herdu rojên borî de jî, di nav de 2 jin, 6 kes hatibûn revandin.

Back to top button