Amerîka 5 serkirdeyên Hûsiyan dixe lîsteya terorê

Waşingtonê 5 serkirdeyên ewlekariyê yên Hûsî, xistin lîsteya terorê.

Birêveberiya Amerîkayê, serkirdeyên istixbarata Sen’ayê Ebdilhekîm El-Xêwanî, Ebdilreb Cerfan, Ebdilqadir El-Şamî, Mitliq El-Meranî û Sultan Zabin, xistin lîsteya terorê.

Hikumeta Yemenê ev biryara Amerîkî weke serkeftinekê ji bo sivîlên qurbanên terora Hûsiyan bi nav kir û banga xistina hêzên Hûsî bi giştî, bo lîsteya terorê kir.

Sêşema borî, Amerîka nûnerê Îranê yê li nav Hûsiyan Hesen Îrlo jî, xistibû heman lîsteyê.

Çavdêr dibînin, ev gava destpêkê ye û gengaz e di çend rojên bê de, Amerîka, tevgera Hûsiyan bi temamî, bixe lîsteya terorê.

Back to top button