Di êrişa li ser gundên Zirganê de zarokekî jiyana xwe ji dest da

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro jî êrişî gundên, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê kirin. Di êrişên li ser gundên Zirganê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek welatî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ber êvarê gundên Til Şenan, Dirdara, Um El-Kêf, Til Cuma, Til Gerabêt yên Til Temirê û gundên Esediyê û Xidêr ên Zirganê bi çekên igran bombebarankirin.

Hat ragihandin ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Zirganê de zarokê bi nave Elam Elî El-Îsa yê 2 salî jiyana xwe ji dest da û birayekî wî 5 salî birîndar bûn.

Zarokê birîndar rakirina nexweşxneyên bajarê Hesekê. Tê gotin ku di êrişa li ser gundên Esediyê yê bakurê Zirganê jî birîndar hene.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro jî gundê Fatsa yê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk li gundê Banokiya ê Girkê Legê sivîlek birîndar kir

Duh êvarî jî Artêşa Tirk gule li gundê Banokiya yê bi ser Girkê Legê reşandin.

Di encamê de sivîlê bi navê Elî ku şivanê pez e û ji Til Hemîsê di pişta xwe de bi giranî birîndar bû.

Back to top button