Nerazîbûn û hêrsa gel hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê berdewam in.Şêniyên navçeya Holê û gundên wê bi meşekê êrişên li ser herêmê şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên Navçeya Holê, rûspî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî li navenda navçeya kom bûn û meşek lidarixstin.
Piştî meş veguherî mitîngê, hevserokê Meclisa Navçeya Holê Ziyad Hesen axivî û bang li welatên garantor kir ku êrişên li ser herêmê rawestînin.
Endama Kongreya Star a navçeyê Menal Hisên jî axivî û diyar kir ku bi hêza jinê ew ê êrişên dagikeriya Tirk bişkînin.
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Elî Sultan jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û temamkirina projeya ku ji bo wê şehîd bûn da.