Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi diruşma ‘Çand giyanê demokrasiyê û bîrdanka gelan e’ konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Konferans bi hilbijartina 5 endaman bo Desteya Rêveberiyê ya Yekitiya Rewşenbîran bi dawî bû.
Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê îro Konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.
Konferans li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi beşdariya gelek kesan hat lidarxistin.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdurehman El Ehmed di konferansê de axivî û qala girîngiya rewşenbîriyê kir.
Dûre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û diyar kir ku rastiya rewşenbîriyê ew e ku di oxira welat, çand, fikir û pênûsa xwe de canê xwe dide.
Di dawiyê de 5 endamên Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran hatin hilbijartin û wê piştre ji wan 5 endaman hevserokatî bê hilbijartin.