YE wê ji bo endamtiya Ûkrayna, Mokova û Gurcistanê lêkolîn bike

Bi krîza Ûkraynayê re, welatên sînorê Rûsya û ne endamên YE ne ji xwe ditirsin. Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe amade dike ku serlêdanên Ûkrayna, Moldova û Gurcistanê yên ku ji bo bibin endamên Yekîtiyê kirine lêkolîn bike.

Sefîrên welatên endam ji bo Komîsyona YE yê duh bi şev li ser serlêdanên her sê welatan deng bide, li hev kirin.

Bi vî awayî, gava yekem a pêvajoya teknîkî piştî serlêdana endamtiyê hat avêtin.

Di xala dawî ya vê pêngavê de, ku destpêka pêvajoyeke dirêj a namzediya YE ye, welatên Yekîtiya Ewropayê dikarin bi girtina biryarên di asta herî bilind a siyasî de bibin namzet.

Ji bo vê jî erêkirina hemû welatên Yekîtiya Ewropayê pêwîst e.

Lê di van salên dawî de tê zanîn ku hin welatên YE bi çavekî erênî li mezinbûnê nanêrin.

Ji ber vê sedemê tê gotin, Komîsyona YE dibe ku “hevkariya bi îmtiyaz” a bi heman rengî ji her sê welatan re pêşniyar bike.

Ji bo welatên serlênda kirine bibin endam, divê di warê aborî û siyasî de rêgezên yekîtiyê pêk bînin.

Ûkrayna, Moldova û Gurcîstanê hefteya borî di nava êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de serlêdanên xwe yên ji bo endametiya YE pêşkêş kiribûn.

Tê payîn ku serîlêdanên her sê welatan ji aliyê lîderên welatên endam ve bên nîqaşkirin.

Ev yek jî wê navbera 10-11’ê Adarê li Fransaya ku serokatiya demkî ya yekîtiyê dike pêk were.

Back to top button