KCK: divê hêzên Başûr komkujiyê ronî bikin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku Seyîdxan Ayaz û Eser Irmak bi hevkariya qirêj a dewleta tirk û hêzên navneteweyî hatine şehîdkirin.
KCK’ê êrişa li dijî herdu endamên xwe wekî parçeyeke ji êrişa li dijî Rojava nirxand û got, “Divê di serî de YNK, hêzên başûr komkujiyê ronî bikin.”
Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê diyar kir ku endamên wan Seyitxan Ayaz ê bi nasnav Demhat Agît û Eser Irmak ê bi nasnav Cemîl Amed di 15’ê Cotmehê de li Silêmaniyê di êrîşê de şehîd bûne.
Li gorî daxuyaniyê Cemîl Amed û Demhat Agît dema hewldanên ji bo yekitiya netewî û xebatên li dijî dagirkeriya Tirk ya li hemberî Rojava dimeşandin, li dijî wan êrîşeke hewayî pêk hatiye.
Di encama êriş dewleta Tirk ya bi hevkariya hêzên navnetewî de Cemîl Amed û Demhat Agît şehîd bûne.

KCK’ê ji bo ev êrişa li Silêmanî pêk hatiye, di serî de YNK, bang li parlamen û hukumeta Başûr kir û got:

Divê êrişa li dijî hevalên me were ronîkirin. Divê ev komkujiya li deverê di bin berpiryariya hukumeta Başûr de, qurbanê berjewendiyên partiyan neyê kirin. Divê êrişa rûreş ya dewleta Tirk a faşîst were redkirin û şermezarkirin.

Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê êrişa li dijî Seyîdxane Ayaz û Cemîl Amed wekî parçeyeke ji êrişa li dijî Rojava hatiye nirxandin û wiha got:

KCK: DIVÊ GELÊ ME YÊ BAŞÛR RÊ NEDE BEKOYÊN SED SALA 21.

Van hevalan xebatên ji bo Rojava meşandin. Di nava hewldanên pêşxistina xebatên ji bo Yektiya Netewî de bûn. Dewleta Tirk bi vê êrişê yekitiya netewî hedef girtiye. Hişmendiya li Parisê 3 jinên Kurd kuştin û li Silêmaniyê 2 hevalên me kuştin, heman hişmendî ye.Wê gelê me, lih hemû deveran bersiva pêwist bide, van kujeran.

KCK: DIVÊ GELÊ ME Û HÊZÊN SIYASÎ TEVLÎ MERASIMA LI SILÊMANÎ BIBIN

KCK’ê ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest ku riya jiyanê nede ajan û xayinan û bi rihê netewî bersivê bide Bekoyên sed sala 21’emîn.

Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê ragihand ku wê di 23’ê Cotmehê de li Silêmaniyê ji bo Seyîdxane Ayaz û Cemîl Amed merasim pêk were û ji hemû gel û hêzên siyasî yên Başûr xwest ku tevlî merasimê bibin.

Leave a Reply

Back to top button