HRW’ê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk raporek weşand

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de raporek weşand.
Di raporê de bal tê kişandin li ser hovîtî û kiryarên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tê kirin û tê gotin, “Tirkiye berpirsyarê van sûcên şer e.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporek weşand.

Di raporê de ku 76 rûpele, bal tê kişandin li ser hovîtî û binpêkirinên li herêmên dagirkirî ên mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku li dijî Kurdan tên kirin.

HRW: Li herêmên dagirkirî sûcên şer tên kirin

Di raporê de tê diyar kirin li herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagirkirine sûcê şer yê potansiyel tê kirin û wiha tê gotin, “Tirkiye berpirsyarê van sûcên şer e. Li van herêman her tişt bi zora çekê tê kirin. Kiryarên mîna binçavkirinên kêfî, girtinên der hiqûqî, tundiya zayendî û êşkence hatine belgekirin. Bi taybetî Kurdên ku li van herêman dijîn rastî van binpêkirinan tên.”

Di raporê de tê diyar kirin sala 2018’an bi dagirkirina Efrînê û sala 2019’an jî bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re bi sed hezaran kes ji cihê xwe hatine derxistin û wiha tê gotin,

“Buyerên dizî, talan û dest danîna ser mal û milkan dewam dike. Yên li dijî van kiryaran dertên jî tên binçavkirin, revandin û êşkence li wan tê kirin.”

HRW: Divê Tirkiyê li Bakurê Sûriyê sûcên şer rawestîne

Yek ji Rêveberê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan yê li Rojhilata Navîn Adam Coogle derbarê raporê de axivî.

Coogle dibêje,

“Dagirkirina hin herêmên bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve derfetên bê hiqûqîyê, bê ceza hiştinê û binpêkirinê zêde kir. Ev der ji buyîna herêmên bi ewle gelek dûr in.”

Her wiha Coogle bang li Tirkiyê kir ku van sûcên şer rawestîne.

Back to top button