Danûstandinên Sirbistan û Kosova dîsa têk çûn

Lîderên YE hewil didin aloziya navbera Kosova û Sirbistanê bidawî bikin.
Lîderên YE bi serokên herdu welatan re civiyan.
Serokomarê Sirbistanê Vucic got:
Ew ê serxwebûna Kosovayê qebûl nekin.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE), Serokomarê Fransayê, Serokwezîrên Almanya û Îtalyayê li Brukselê bi Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic û Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti re civiyan.

Armanca civînê başkirina têkliyên navbera derdu welatan de bû.

Piştî civînê Serokomarê Sirbîstanê bi medyaya Sirbî re axivî.

Vucic: Em serxwebûna Kosovayê qebûl nakin

Vucic diyar kir ku welatê wî dixwaze hemû peymanên derbarê Kosovayê de bên bicihanîn.

Serokomarê Sirbistanê careke din got, ew serxwebûna Kosovayê qebûl nakin.

Vucic destnîşan kir ew li dijî endamtiya Kosovayê ya di Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne û ev tişt anî ziman:

“Em dixwazin NATO Hêza Aştiyê ya li Kosovayê (KFOR) zêde bike.”

Vucic diyar kir ji ber ew li hemû herêmê aştiyê dixwazin wê bi berpirsyarî tevbigerin.

Kosova: Serokomar Vucic qebûl nekir ku bi Kosovayê re peyman îmze bik

Vucic û Kurti her wiha bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê YE Josep Borrell û Nûnerê Taybet ê Hevpeyvîna Belgrad-Prişînê yê YE’yê Mîroslav Lajcak re jî hevdîtinên cuda pêk anîn.

Di daxuyaniya Hikumeta Kosovayê de jî hate diyar kirin ku Serokwezîrê Kosovayê Kurti ji bo asayîkirina têkiliyên di navbera herdu welatan de daxwaza îmzekirina peymanekî kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha got:

“Tevî vê pêşniyara bi comerdî ya Serokwezîr Kurtî, Serokomar Vucic qebûl nekir ku bi Kosovayê re peyman îmze bik.

Û Peymana Bingehîn red kir.”

Back to top button