Mehmed Ocalan: Dewleta Tirk naxwaze dengê birêz Ocalan were bihîstin

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan bertek nîşanî qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan da û got:
“Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve. Divê têkoşîna demokratîk were mezinkirin.”

Ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, ev zêdetirî 21 meh in tu agahî nayên girtin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan zanîn ku Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 4’ê çileyê de cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan daye Abdullah Ocalan û girtiyên din.

Ji bo biryara qedexeyê jî “cezayê disiplînê” weke hincet hate nîşandan.

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan, têkildarî biryara qedexeyê axivî, bertek nîşan da û weha got:

Dewlet ji bo qedexeyên hevdîtinê, “Cezayên disiplînê” weke hincet nîşan dide.

“Tişta ku tê kirin gelek şerm e. Di nava çar dîwaran de cezayê disiplînê yê çi didî?

Qet nebe bila sedemên aqilane nîşan bidin. Naxwazin dengê birêz Ocalan were bihîstin. Sedema tecrîdê jî ev e.

Ev formûlên ku behsa wê dikin ango (cezayên disiplînê) rast nînin.

Ji bo xapandina gel tên kirin. Tu kes jê bawer nake.

Mehmed Ocalan: Di bingêha tecrîdê de pirsgirêka Kurd heye

Birayê Rêber Apo, bi bîr xist tecrîda li Îmraliyê dikeve sala 25’an û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Tecrîda heyî piştî sala 2015’an hîn girantir kirin. Di bingeha tecrîdê de jî pirsgirêka kurd heye.

Dewlet naxwaze di qonaxa heyî de kesek qala pirgirêka kurd bike.”

Mehmed Ocalan: Divê her kes bi qasî ji dest tê li dijî tecrîdê derkevin

Birayê Rêber Apo, Mehmed Ocalan dawiyê anî ziman ku hewceye têkoşîna demokratîk hîn were xurtkirin û got:

“Tecrîd ne li dijî kesan, lê li dijî îrade û gelekî ye. Divê her kes bi qasî ji dest tê, li dijî tecrîdê derkevin.

Back to top button