Ji parlemena netewî ya Fransayê banga ronîkirina komkujiyên Parîsê

Duh li parlemena netewî ya Fransayê ji bo ronîkirina komkujiyên li Parîsê û rola berpirsyariyên dewleta Fransayê konferansek hate lidarxistin.

Konferansa ku bi beşdariya gelek hiqûqnas, siyasetmedar, senator û rojnamevanên Kurd û Fransî pêk hat, ji saet 10 sibê destpê kir, heya 18’ê êvarî dewam kir.

Di konferansê de gelek axaftin hatin kirin.

Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd, têkoşîna ji bo azadiya Jinan, gelên herêmê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê mora xwe li konferansê xist.

Dawiyê hin xalên encamnameyê ku derketin wiha ne:

Divê komkujiya 23’ê Kanunê, wekî êrişa terorîst ya li dijî Kurdan were lêpirsînkirin.

Divê biryara veşartî ya li ser dosyaya komkujiya 9’ê Çileyê were rakirin.

Divê Parîs nebe paytexta komkujiyên bê-cezakirina kujer û berpirsyaran.

Ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe were derxistin, xebat werin meşandin.

Di serî de Abdullah Ocalan, ji bo azadiya dîlên siyasî yên Kurd têkoşîn were dayin.

Back to top button