Hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike û hewl dide ku ewlehî li herêmê pêk neyê, lê ew ê negihêje armancên xwe.
Pêkhateyên herêmê avakirina projeya xwe ya demokratîk li Sûriyeyê didomînin.
Ez bang li gel û pêkhateyên herêmê dikim ku li hember êrişan li ber xwe bidin.”
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Duh balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker 4 erebe li ser rêya Dêrikê bombebaran kirin.
Di encamê de 3 endamên Hêzên Sotoro şehîd bûn û 8 jî birîndar bûn.
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê Hikmet Hebîb têkildarî mijarê axivî.
Hikmet Hebîb êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker herêmên me bi rêbazên cuda topbaran dike.
Li ber çavên civata navneteweyî, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî binesaziya herêmê û hêzên şerê çeteyên DAIŞ’ê kirine, dike armanc.
Vê dawiyê dewleta Tirk a dagirker dîsa 4 erebe li herêma Dêrikê bombebaran kir.
Ew ji vê bombebaranê armanc dike, ewlehiya herêmê têk bibe.”
Hikmet Hebîb: Pêkhateyên herêmê dê li hermber êrîşan bisekinin
Hebîb diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi van êrîşên xwe qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike û wiha domand:
“Ruxmî ku hêzên navneteweyî soz dan ku dê êrişên Tirkiyeyê rawestînin, lê tiştek nekirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û pêkhateyên herêmê dê li hember van êrişan bisekinin.
Dewleta Tirk hewl dide ku ewlehî li herêmê pêk neyê û şêniyên wê koçber bibin, lê ew ê negihêje armancên xwe.
Pêkhateyên herêmê avakirina projeya xwe ya demokratîk li Sûriyeyê didomînin.
Ez bang li gel û pêkhateyên herêmê dikim ku li hember êrişan li ber xwe bidin.”