“Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr û fîlozofekî navnetewyî ye”

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Şermezar kir.

Rûspiyê eşîra El Welde Yusif El Esad diyar kir ku em hertim banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

El Esad da zanîn ku Rêber Apo rêberekî mezin e û yek ji sembolên cîhanê ye û got:

“Ez li hember bêdengiya NY`yê şaş mame.

Çima bêdeng in û tu helwestekê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker nîşan nade?”

Şêx eşîra El Elî, Remedan El Rehal jî got:

“Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr û fîlozofekî navneteweyî ye..

Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terorê rizgar bû ..”

Remedan El Rehal fikrê Rêber APo bi meşaleya ronahiyê wesifand ku rê li pêş gelên bindest ronî dike.

Back to top button