Qasim Erecî li gel berpirsê MÎT’ê Mutlu Toka civiya

Sê roj piştî êrişa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê, Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî bi Cîgirê Serokê MÎT’ê Mutlu Toka re civiya.

Ofîsa Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro Qasim Erecî li ofîsa xwe pêşwazî li Cîgirê Serokê MÎT’ê Mutlu Toka û şandeya pêre kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de,

Geşedanên dawî, rewşa ewlehiyê ya herêmî, mijarên girêdayî ewlekariya her du welatan, nexşerêyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekarî yên di navbera her du welatan û kontrolkirina sinoran hatine nîqaş kirin.

Back to top button