Enqera-Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya hilbijartinê hat avakirin

Komeleya Hiqûqnasên Hevdem ya Şaxa Enqereyê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqê, Komeleya OHD’ê ya Şaxa Enqereyê û Hiqûqa Civakî li Yekîtiya Milkiyeyiyan daxuyaniyek dan.

Dîmen di FTP Ankarê deye – ank-10-04-2023-hukukcular-secim-guvenligi

Daxuyanî têkildarî ewlehiya hilbijartinê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Parêzer Nûray Ozdogan axivî û diyar kir ku Ew ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li ber sindoqan bin û sindoqan biparêzin.

Nûray bal kişand ser girîngiya dîrokî ya hilbijartinên 14’ê Gulanê û got:

Ji bo pêşîgirtina hemû binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyê,

Her weha ji bo avakirina Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê em li vir in.

Nûray dawiyê anî ziman ku ew ji bo pergaleke hiqûqî ya demokratîk hatine cem hev.

Back to top button