Li Îranê hunermendeke din hate girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi nêzbûna salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” re asta girtinan pir zêde bûye.
Hunermend Mehdî Yarrahî yê ku strana ‘Laçika te’ dibêje hate girtin.

Li Îranê stranbêj Mehdî Yarrahî yê 41 salî bi hinceta bi strana xwe ya bi navê ‘Laçika te’ piştgiriya serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kiribû, hatibû binçav kirin.

Piştre jî hate ragihandin ku Mehdî Yarrahî hatiye girtin.

Stran li ser serî nixumandina jina a bi zorê bû.

Malpera dadgeriya Îranê beriya rojekê ragihand ku stranbêj ji ber rabûna li ber kevneşopiya civaka Îslamê û exlaqa wê, straneke îlegal amade kiriye’ ketiye ber lêpirsînê.

Strana Mehdî Yarrahî roja Înê hatibû weşandin.

Hunermend Yarrahî bi vê strana xwe piştgirî da serhildana civakî ya ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû.

Di klîba Yarrahî de ku ji 3 deqeyan pêk tê, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû bikaranîn û bang li jinên Îranî dihate kirin ku serê xwe nenixumînin.

Back to top button