Li herema Cizîrê şehîdên komkujiya Xelîfan hate bibîranîn

Di şeva 28-29’ê Tebaxê 2021’an de gerîlayên ku ji bo di şerê zap, avaşîn û metîna de li dijî daigrkeriya tirk şerbikin li Qendîl diçûn Behdînanê PDK kemîn avît pêşiya wan û di encma de koma 7 kesan pêk dihat 6 gerîla şehîd xist.
Meclisên malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê salvegera 2’an a şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kirin ku tiştê PDK’ê dike li dijî nirxê dîrokî yên gelan îxaneta mezin e.
Malbatên Şehîdan careke ji PDK’ê xwestin cenazeyên zarokê wan radest bike û lêborîna xwe ji dayîkên şehîdan bixwazin.

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê û şermezarkirina hevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk a dagirker re meclisên malbatên şehîdan li herêmên cuda yên herêma Cizîrê daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Meclisan di daxuyaniyê de anî ziman ku di demekê de civata navneteweyî bê deng e, keç û xortên van herêman banga welat, parastina rûmeta gelan bersivand.

Li hember van fedakariyên mezin, desthilatên Başûr bi dewleta Tirk re tevkar in û derfetê didin MÎT′a Tirk, qada Başûr kirine mêtingeriyek ji artêşa Tirk re.

Beriya 2 salan hêzên PDK′ê li herêma Xelîfanê li pêş komeke gerîla kemîn veda û gule li wan reşandin, di encamê de Tolhildan Raman ji Qamişlo, Serdem Cûdî ji Girkê Legê û 4 hevrêyên wan ji Bakurê Kurdistanê şehîd bûbûn.

MALBATÊN ŞEHÎDAN: TIŞTÊ PDK’Ê DIKE ÎXANETA MEZIN E

Di daxuyaniyê de hate gotin tiştê PDK′ê dike li dijî nirxên dîrokî yên gelan îxaneta mezin e, ji dema PDK′ê hatiye damezrandin û heta roja îro ajantî û sîxurtiyê dike.

Di daxuyaniyên meclisan de hate destnîşankirin ku gerîla di rojên derketina DAIŞ′ê de ji Hewlêr, Zaxo, Kerkûk û Şengalê re bûn piştgir û di oxira rûmeta gelên Başûr de şehîd dan.

“DIVÊ GELÊ ME YÊ LI BAŞÛR LI HEMBER SIYASETA PDK′Ê BISEKINE”

Meclisan bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê kir ku li hesabên xwe vegerin û dev ji tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan berdin.

Di dawiya daxuyaniyan de bang hate kirin ku cenazeyên şehîdan radest bikin û ji dayikên şehîdan lêborînê bixwazin.

Back to top button