KCK’ê têkildarî êrişa li dijî ofîsa KNK’ê daxwiyaniyek da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk konsepta qirkirina Kurdan dispêre xiyanetê û got: “Yekane rêya têkbirina vê konseptê jî rawestandina xiyanetê ye.”
KCK’ê bang li her kesî kir ku li welat û derveyî welat dakevin qadan û bi xurtî li ber xiyanetê rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa çekdarî ya li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya-KNK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyarkir ku dewleta Tirk ji xwe li dijî tevgera wan û gerîla bi rengekî bê navber êrîşan dike û dibêje:

“Mîna ku raya giştî jî pê hesiya, dewleta Tirk a dagirker van êrişan pêk tîne.

Herî dawî li Silêmaniye û Hewlêrê êrîş hatin kirin. Beriya du rojan jî li Rojava û Şengalê êrîş pêk hatibûn.

Mixabin di van êrîşan hemûyan de tiliya xiyanetê heye.

Ev êrîş ne bi hêza dijmin lê belê bi piştgiriya xiyanetê têne kirin. Divê her kes vê rastiyê bibîne û qebûl bike.”

“Plana dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye”

KCK’ê eşkere kir ku pilana dewleta Tirk dagirkerina tevahî Başûrê Kurdistanê ye.

Bûyerên ku herî dawî qewimîn eşkere ye ku ev yek parçeyek ji plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk e û got:

“Ji xwe ti armanc û fikareke Barzaniyan a ji bo Kurdistanê nîne.

Ji bilî çend bajaran, kurdistan ji bo Berzaniyan amûreke ji bo bazariyê ye.”

“Em neçarin ji xiyanetê re bibêjin xiyanet”

KCK’ê bi berdewamî behsa êrişa li ser Ofîsa KNK’ê kir û got:

KNK ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di nava hewldaneke girîng de ye.

Lê belê rewşa Barzaniyan ne bi vî rengî ye. Ne ku ji ber gotina me.

Lê belê kiryarên wan bi xwe nîşan didin bê ew çi ne.

Yekane tişta ku em dibêjin em neçar in ji xiyanetê re bibêjin xiyanet.

“Êrîşa li Silêmaniyê jî bi armanca belavbûna MÎT’ê li herêma soran e”

Têkildarî êrîşa li Silêmaniyeyê jî KCK’ê ev nirxandin kir:

“Êrîşên li ser Silêmaniyeyê ji bo çavtirsandina xelkê Silêmaniyê ye.

Ji bo belavbûna dewleta Tirk û MÎT’ê li herêma Soran e mîna li herêma Behdînanê.

Hewldanek ji bo tevlîkirina YNK’ê bi têkiliyeke hevkariya bi dewleta Tirk re ye mîna ku PDK dike.”

KCK’ê herî dawî bang li gel kir ku li dijî xiyanetê nerazîbûneke xurt nîşan bidin û dakevin qadan, ji xinetê re bêjin êdî bes.

KNK bang li hikûmeta herêmê kir: Kujer eşkere bikin

Back to top button