KNK bang li hikûmeta herêmê kir: Kujer eşkere bikin

Li Hewlerê Nûnertiya KNK’ê, li Silêmaniyê jî Balafirxaneya çandiniyê bûn armanca êrişên dagirkeran.
KNK’ê ragihand ku di êrişa bi çekdarî de endamê wan Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû.
Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Başûr jî eşkere kir ku di êrişa li dijî balafirxanê yê de 3 endamên wan şehîd, 3 jî birîndar bûye.

Piştî bûyerê, Komîteya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.

Komîteyê bang li hikûmeta herêmê kir ku demildest kujer eşkere bike û erkên xwe yên ji bo parastina endam û ofîsan wan bi cih bîne.

Li Silêmaniyê jî balafirxaneya çandiniyê bi balafirek keşfê hate hedefgirtin

Hemwextî vê êrişê li Silêmaniyê jî balafirxaneya çandiniyê ya li Erbetê bi balafirekê hate hedefgirtin.

Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê ya Başûr Kurdistanê derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand.

CTG: Di êrişa li Erbetê de 3 endamên me şehîd bûn

Rêveberiyê eşkere kir ku êriş bi balafirek keşfê a bêmirov ve hatiye kirin û wiha got:

Di encama êrişê de 3 endamên me şehîd, 3 jî birîndar bûye

Êrişkar û sixûrên di vê êrişê de cih girtine wê bê ceza nemînin.

Tola şehîdên me erkê me ye û em nahêlîn xwîna wan vala biçe.”

Rêveberiya Giştî ya Dijî Terora Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re, ji birîndaran re jî şîfa xwest.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:

Ji ber silametiya lêkolîna li ser bûyerê hatiye destpêkirin ewê agahiyên niha eşkere nekin.

Di rojên pêş de ewê derbarê êrişê de ji raya Kurdistan û cîhanê re bi awayek berfireh bidin.

Piştî hevditinên dawî yên PDK-Tirkiyê êriş zêde bûne

Hêjayî gotinêye piştî hevdîtinên dawî yê PDK û dewleta Tirk êrişên li ser gelê Kurd zêde bûne.

Doh jî li dijî Rojava û Şengalê bi awayekî hemwext êrişên hewayî pekhatin.

Konsepta qirkirina li dijî gelê Kurd dewleta Tirk dixwaze di vê sedsalê de bi hevkariya PDK’ê bibe serî.

Back to top button