Bafil Talebanî: Êriş planek ya têkbirina aramiya herêmê ye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir êriş bi tundî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li hemu aliyên siyasi hate kirin ku li dijî êrişan bibin xwedî helwest.

Têkildarî êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî daxuyaniyek da.

Bafil Talebanî diyar kir ev êriş di çarçoveya planên armanc girtina aramî û îstiqrara Herêmê de ne.

Li dijî van êrişan Talebanî bang li her kesî kir û got:

Erkê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye ku bi hev re li dijî gef û pirsgirêkên ewlehiyê têbikoşin.

Talebanî sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdên Dijî Terora Kurdistanê re xwest û di dawi yê de ev peyam da:

Em ê bi yekitiyê aramiyê li Herêma Kurdistanê pêk bînin û li dijî hemû cûre êriş û aloziyan têbikoşin.

Parêzgarê Silêmaniyê êrişên li Hewlêr û Silêmaniyê şermezar kir

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir jî her du êrişên li Hewler û Silêmaniyê pêkhatin şermezar kir.

Dr. Heval Ebûbekir bang li her du hikumetên herêmê kir ku dawî li nakokiyên xwe bînin û, serweriya welat û gelê xwe biparêzin.

Back to top button