23 “Hûsî” di kemîneke artêşa Yemenî de hatin kuştin

Bi vedana davekê ji aliyê artêşa Yemenî ve, 23 “çekdarên Hûsî” li rojavayê parêzgeha Me’ribê hatin kuştin.

Navenda ragihandinê ya artêşa Yemenî ragihand ku li eniya el-Mişceh, yekîneyên artêşê 30 “çekdarên Hûsî” ber bi kemîneke asê ve anîn û 23 çekdar ji wan kuştin û jimareke birîndar kir.

Navendê diyar kir jî ku artêşa Yemenî kombûyînên çekdaran li heman eniyê û her wiha li eniya el-Kesara kirin armanc û li wir jî endamên 2 koman bi temamî hatin kuştin.

Her wekî li gorî heman çavkaniyê, hêzên koalîsyona welatên Ereb jî jimarek nuqteyên “Hûsiyan” li rojavayê Me’ribê wêran kirin û ziyanên mezin gihandin wan.

Back to top button