Li Idlibê 8 koçber bi mayînekê birîndar bûn

Li kampeke koçberan a li Idlibê, di encama teqîna mayînekê de, 8 kes ku rewşa hin ji wan giran e, birîndar bûn.

Navevda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li herêma kampên Beqah a li bakurê Idlibê mayînek teqiya.

Li gorî Çavdêriyê, ev mayên di nava çopê de hatibû bicihkirin û ji ber wê, 8 koçber birîndar bûn û rewşa hinekan giran e.

Li Laziqiyê 2 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Li aliyeke din jî, heman çavkaniyê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê erebeyeke çeteyên Tirkiyê li navçeya El-Tifaha a Cebel El-Ekrad a Laziqiyê bi rêya avêtina mûşekekê kirin armanc û tê de 2 çete hatin kuştin.

Back to top button