Hikûmeta Lîbî: Divê Tirkiye leşker û çeteyên xwe ji xaka me derxe

Hikûmeta Lîbî ya demkî ji şandeya Tirkî xwest ku leşker û çeteyên xwe ji xaka wan derxe. Mevlüt Çavuşoğlu li ser vê yekê got ku hebûna wan li Terablusê rewa ye û ti carî jê venakişin. Raporeke Amerîkî jî hişyarî da ku dibe ji nû ve şer li Lîbyayê biteqe.

Li aliyekî bangê lê dikin ku leşker û çeteyên xwe derxe, di heman demê de jê dixwazin ku digel wan têkiliyan asa û xurt bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu, Wezîrê Parastinê Hulusi Akar û Serokê Saloxgeriyê Hakan Fidan duh tev bi hev re li Lîbyayê bûn.

Serokê Hikûmeta Yekîtiya Nîştimanî ya Lîbî ya demkî Ebdulhemîd El-Debîbe digel şandeya Enqereyê daxwaziya xwe ya xurtkirin û asakirina têkiliyan anî ziman, Wezîra Derve Neclaa El-Menqûş jî digel Çavuşoğlu got:

“Ji bo parastina serweriya Lîbyayê em dixwazin Tirkiye di rawestandina şer, mayindekirina agirbestê û bidawîkirina hebûna hemû hêz û çeteyan de, hevkariyê bike.”

Serokkomarê Tirkiyê berpirsekî payebilind nema û neşandibû Terablusê.

Li gorî çavdêran, Erdogan bi şandina vê şandeyê re xwest ji derdorê re nîşan bide ku ew ne hêz, ne jî çeteyên xwe nakişîne.

Çavuşoglu: Hebûna li Lîbyayê parçeyekî peymana digel rêveberiya berê ye

Jixwe gotina Çavuşoğlu vê yekê teqez dike.

“Hebûna hêzên Tirkî, parçeyekî lihevkirina digel rêveberiya Lîbî ya berê ye. Hin kes hebûna me ya zagonî bi hebûna çeteyên biyanî yên ku ji bo pareyan li Lîbyayê şer dikin, hevrû dikin.”

Saloxgeriya Amerîkî: Dibe ku şerekî ji yê berê girantir û berfirehtir rû bide

Di çarçoveyê de, Saloxgeriya Amerîkî di rapora xwe ya salane de hişyarî da ku dibe li Lîbyayê şer ji ber berdewambûna hebûna çete û hêzên biyanî, cardin biqewime û got:

“Dibe ku di çi kêliyê de be, şerekî dijwar rû bide û ji yê berê berfirehtir be.”

Ixwanan navê xwe bi armanca gihîştina desthilatê kir “Komelegeha Zindîkirin û Nûkirinê”

Hilbijartinên Lîbyayê yên 24 Kanûnê nêzîk dibin, gelek kes di nava pêşbaziyê de ne ku bigihîjin kursiya desthilatê.

Di vê çarçoveyê de û bi armanca gihîştina desthilatê, “Koma Ixwan EL-Mislimîn li Lîbyayê”, ji ber paşdeketina gelêriya wan di nava Lîbiyan de, navê xwe veguherand “Komelegeha Zindîkirin û Nûkirinê”.

Back to top button