Li Kerkûkê 2 leşkerên Iraqî û 4 çekdarên Heşda Şebî birîndar bûn

Liv û tevgera DAIŞ’ê li Iraqê her heye û vê dawiyê careke din hêzên artêşa welat û çekdarên Heşda Şebî bûn armanca êrîşên van çeteyan.

Dûşemê, çeteyên DAIŞ’ê bi 2 êrîşan, êrîşî nuqteyên artêşa Iraqî û çekdarên Heşda Şebî yên li parêzgeha Kerkûkê kirin.

Çeteyan êrîş bir ser nuqteya çekdarên Heşdê ya li gundê El-Beşîr û di encamê de, şer di navbera her du aliyan de, derdora nîv saetê dirêj kir û 4 çekdarên Heşdê birîndar bûn.

Her wiha DAIŞiyan xala hêzên artêşê ya li Wadî El-Şaî ya li navçeya Daqoqê jî kirin armanc û li wir jî, 2 leşkerên Iraqî hatin birîndarkirin.

Back to top button