Şandeyeke Siûdî serdana Şamê kir

Piştî nakokiyên kûr û dirêj ên ji destpêka aloziya Sûriyê ve, cara yekem Şandeyek payabilind a Erebistana Siûdiyê serdana Şama paytext kir.

Rojnameya Reî Elyewm li ser zimanê çavkaniyên dîplomasî diyar kir ku duh Şandeya Erebistana Siûdiyê bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û cîgirê serokê Karûbarên Ewlehiyê Elî Memlûk re civiya.

Rojnameyê destnîşan kir ku mijara têkiliyên herdu welatan, ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve qut bûne, hate nîqaşkirin.

Tê payîn, piştî cejna Remezanê şande careke din bizivire Şamê û demeke dirêjtir bimîne.

Back to top button