Amerîka-banga komên parêzvan: Çekan nefroşin Tirkiyê, ew wan bêserûber li dijî Kurdan bikar tîne

Bi destpêkirina şerê Ukraynayê re, rêveberiya Joe Biden niha plan dike ku hejmareke ji çekên giran bifroşe Tirkiyê.
Komên ku parastina mafên Amerîka li Rojhilata Navîn dikin, li dijî vê planê ne û zextê li Biden dikin da ku çekan nefiroşe Tirkiyê.

Rêveberiya Biden, daxwaz ji Kongresa Amerîkayê kir da ku firotina alavên pêşxistina balafirên şer, moşkerên ezmanî û radaran ji bo Tirkiyê erê bike.

Ev daxwaz ji aliyê gelek saziyan ve weke “alarma xeterê” hat binav kirin.

Lewma komên ku berjewendiyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Derya Spî li dijî firotina çekan ji bo Tirkiyê derketin.

Û ji bo ev yek neyê kirin bang li rêveberiya Biden kirin.

Komên ku di vê mijarê de ketine nava tevgerê ev in:

Koma Amerîkiyên Dostên Kurdistanê, Komîteya Netewî ya Ermenî, Komîteya Cihûyan, Koma Parastina Xirstiynan, Edalet ji bo Qibrisê û Platforma Rojhilata Navîn.

Endamên van koman bi taybet name ji Meclisa Nûneran û Kongresa Amerîkayê re şandin da ku rê nedin firotina çekan.

Di nameyan de ji Biden tê xwestin ku dive teqez bike çekên Amerîkî li dijî Kurd, Ermenî, Asûrî û Suryaniyan neyên bikaranîn.

Beriya niha derket holê ku Tirkiyê li Sûrî û Iraqê pergala xwe a leşkerî li dijî Kurdan û komên baweriyan bikar anîne.

Lewma pêwîste Amerîka rê nede vê yekê.

Back to top button