Rûspiyên eşîrên ereban diyar kirin ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk yek dest bin û bi hev re şerê wê bikin.
Rûspiyê eşîra Benî Seîd li Minbicê, Fehed El-Şelaş balkişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan ya li dijî êrişên Tirkiye li ser herêmê û got: Ji berê ve em û Kurdan yek in.
Niha jî hevgirtina me xurtir bûye. Me bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kir û ew têk birin. Li hember êrişên Tirkiye jî niha em yek dest bin û bi hev re li hember wê bisekinin.”
Rûspiyê eşîra El-Ecebat a li Reqayê Telal El-Sêbat jî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan e lê belê li dijî hemû pêkhateyên herêmê ne.
Telal El-Sêbat dibêje wê ti kes bi kêrî wan neyê û ti kes parastina wan jî neke, ew ê bi hevgirtina xwe li hember êrişan bisekinin û bi hev re şer bikin.