Îro li Îranê erd hejiya û di encama wê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li eyaleta Hurmuzganê ya başûrê Îran bi pileya 6.1 û 6.3 erd hejiya.
Waliyê eyaletê Mehdî Dostî ragihand ku di erdhejê de 5 kesan ji gundê Bendera Xemîr jiyana xwe ji dest da.
Her wiha 19 kes jî birîndar bûn e.
Li gorî ajansa Irna a Îranê, li gundê Saye Xostê gelek mal hilweşiyane û ziyaneke mezin çêbûye.