“Yên êrîşî KNK’ê kirin êrişî îradeya yekîtiya netewî dikin”

KCD, DBP û TJA’yê jî têkildarî êrişa li dijî Nûnertiya KNK’ê daxuyaniyek hevapr belav kirin û gotin: “Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya netewî dikin.”

Di daxwiyaniya hevpar her sê aliyan de hat gotin:

“Dagirkeran Kurdistan kirine navenda komkujiya Kurdan.

Ev demek dirêje ku rejîma faşist ya Tirkiyê bi her awayî êrişê destkeftiyên gelê Kurd dike.

Di van êrişan de tu pîvanan nas nake, bi rêya SİHA’yan sivîlan qetil dike. sûcê mirovahiyê pêk tîne.

Bi dagirkirina Rojava û Herêma Kurdistanê hewl dide ku bigîhije vê armanca xwe.”

Di daxwiyaniyê de bal hat kişandin li ser hevkariya PDK’ê li gel dijmin û hat gotin:

Sedema ku îro rejîma faşist êrişên xwe berfirehtir dike piştgiriya PDK’ê û bêdengiya hêzên navnetewî ye.

Yên ku piştgiriyê didin dagirkeran di heman demê de rê li ber vê êrişê vekirine.”

Herî dawî aliaym bang li gelê xwe, partî û saziyên Kurdî kir ku rê li ber şerê navxweyî bigrin.

KNK bang li hikûmeta herêmê kir: Kujer eşkere bikin

Back to top button