Kobaniyan sersaxî ji malbata şehîd Salih Oso re xwestin

Bi sedan welatiyên Kobanê, sersaxî ji malbata şervanê YPG’ê şehîd Salih Oso re xwest ku 7’ê Adarê dema li erka xwe bû, şehîd bû.

Îro bi sedan ji şêniyên kobanê ji bo sersaxiyê berê xwe dan konê şehîd ê ku li gundê Qermeq ya li Kobanê, hatiye vedan.

Li bin kon Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Bi navê malbata şehîd Oso, Mistefa Xelîl jî got:

“Şehîd Salih ne şehîd yekemîn ê vî gundî ye.

Bi her şehîdekî re em kelemekê di dilê dijmin de diçikînin.

Şehîd hêviya gelê Kurd ê serkeftinî ne.”

 

Back to top button