Li Gabon a Afrîka darbeya leşkerî

Piştî Nîjerê, li nava Afrîka dawî li darbeyan nayê.
Li Gabona ya dikeve Afrîkaya Navîn leşkeran darbe pêk anî û deshilatdarî bidest xistin. Li welat hefteya borî hilbijartin pêk hatibû û malbata Bongo ya ku 56 sale welat birêve dibe disan biser ketibûn.

Li Gabona welatê Afrîkaya Navîn, piştî ku encamên hilbijartinê yên dawiya hefteyê hatin eşkerekirin, leşkeran diyar kirin ku wan rêveberî bi dest xistine.

Gabon: Komeke leşkeran deshilatdarî xistin destê xwe

Komek ji leşker û polîsan di daxuyaniyeke li ser televizyonê de gotin, wan dest danîne ser hikumeta welat û ragihandin ku “Rejîma heyî bi dawî bûye”.

Roja Çarşemê 12 rêveberan di axaftina xwe ya li qenala Gabon 24 de, ragihand ku ewê hilbijartinên serokatî û parlemanî yên dawîya heftîya borî betal bikin û hemû saziyên dewletê hilweşînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku encamên hilbijartinê ne pêbawer in û wê bên betalkirin.

Herwiha hat ragihandin ku sînorên welêt wê heta daxuyaniyeke din girtî bimînin.

Darbekaran diyar kirin ku ew li ser navê “Komîteya Veguhertin û Vegerandina Saziyan” diaxivin.

Di daxuyaniya leşkeran de nelirêtiyên hikumetê weke sedem û rêveberiya dewletê jî weke berpirsyar tê nîşandan.

Leşkerên deshilata xwe ragihandîn bi domdarî wiha dibêjin:

“Bêberpirsiyar, bêpêşbînî, gefên bi darê zorê welat ber bi kaosê ve dibin.

Ev yek dibe sedema xerabûna dewam a ahenga civakî.”

malbata Bongo ev 56 sal in welat birêve dibe

Nûçegihanên AFP’ê ragihandin ku li paytext Libreville dengê çekan hatiye bihîstin.

Roja şemiyê li Gabonê hilbijartinên serokomarî û parlementoyê hatin kirin.

Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku serokê berê Elî Bongo Ondimba dîsa di hilbijartinê de bi ser ket.

Hat ragihandin ku di hilbijartinê de Bongo ji sedî 64,27 ê dengan stendiye.

Malbata Bongo ev 56 sal in welatê dewlemendê petrolê ku 2,3 ​​milyon kes lê dijîn, birêve dibe.

Back to top button