Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li herêmên Zap û Avaşînê li dijî dagirker û xayînan berxwedaneke dîrokî ya bê hempa nîşan didin.
Gerîla rojane bi çalakiya derbên giran li hêzên dagirker didin.
HPG’ê ragihand ku li Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin û li Avaşînê jî gerîlayek şehîd bû.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji 17’ê Nîsanê ve bi çalakiyên bi bandor bersiva êrişên dewleta Tirk ya dagirker didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek weşand.
HPG’ê ragihand tîmên gerîla yên bi tevger bi çalakiyan bersivê didin artêşa Tirk a dagirker û wiha hat gotin,
“Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve bi ruhê milîtaniya Apocî ve hate pêşwazîkirin û li her qadê derbên giran li dagirkeran hate xistin.
Tîmên me yên gerîla yên bi tevger ku li ser xeta fedaiyên me yên nemir dimeşin, derbên giran li dagirkeran dixin û bersiva pêwîst didin êrişên dagirkeran.”
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, 22’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên li qada berxwedanê ya Girê Karker bi balafiran 6 caran bombe kir û piştre xwest bi pêş ve biçe.
Bi destwerdana xurt a hêzên me re şer qewimî û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
Heman rojê dagirkeran careke din xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin. Hêzên me jî bi rêbaza sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin.
Di encama destwerdana xurt a hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Heman rojê eperên şer ên li qadên berxwedanê yên Karker, Şikefta Birîndara û Girê Ortê bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.
Li qadên berxwedanê şerê navbera hêzên me û dagirkeran bi rengekî giran dewam dike.”
HPG’ê ragihand 18’ê Nîsanê di şerê giran yê li herêma Avaşînê de gerîlayê Ereb Hazim Elî El Nofel bi nasnav Fedaî Kobanê
bi lehengî şer kir û şehîd bû.
HPG’ê di serî malbata şehîd, sersaxiyê ji gelê Ereb û gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.



