HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê 8 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîllayên wan bê çare maye, bombeyên fosforê bikar anîn. HPG’ê diyar kir ku tevî vê yekê jî çalakiyên wan li dijî hêzên dagirker ranawestin û got, “8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku bi rastahatina salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê, gerîllayên wan derbên giran li hêzên artêşa Tirk didin.

Navendê têkildarî encama çalakiyên gerîlla yên dawî, ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Zapê

10’ê Tîrmehê hêzên dagirker ên xwestin Qada Şikefta Birîndaran bombebaran bikin bûn armanca lêdana gerîllayên sekvan.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

  • Li herêma Xakûrkê

10’ê Tîrmehê, dagirkerên li Girê Şehîd Axîn bûn armanca çalakiya gerîllayên YJA Starê.

Di encamê de çeperek hate rûxandin û 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li Girê Şehîd Şahan jî leşkerek hat kuştin.

  • Li herêma Metîna

10’ê Tîrmehê, li dijî hêzên qereqola dijmin a herêma Kanî Masî, çalakiya sekvaniyê pêk hat.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Li Qada Girê Cûdî jî dagirkerên di nava tevgerê de, bûn armanca lêdana gerîlla.

Li vir jî leşkerek hat kuştin.

11’ê Tîrmehê, li Qada Girê Amediyê, hêzên dagirker hewl dan li nêzî çeperên şer bicih bibin.

Gerîllayên sekvan li wan dan û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li Girê FM jî leşkerek di çalakiya sekvaniyê de hate kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê: Artêşa Tirk a bê çare maye, bombeyên fosfor bikar anî

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ev agahî dan:

Roja 10’ê Tîrmehê artêşa Tirk 20 caran bi teqemeniyên kîmyewî,

Bi dehan caran bi obusan û çekên giran û 9 caran jî bi balafirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla bê çare maye, li Qada Şikefta Birîndaran bombeyên fosforê bi kar anî.

Back to top button