Zekî Baran: Krîzên siyasî û aborî girêdayî tecrîdê ne divê birêz Ocalan azad bibe

Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan diyar kir 3 salên dawî de têkiliya wan a bi Rêber Apo re qut bûye û got “Divê astengiyên li pêşiya hevdîtinê were rakirin. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî got, “Li çar aliyê Kurdistanê şer heye. Ji bo ev şer bisekine û xwîn nerije divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

Rêveberên MED TÛHAD-FED’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn gundê Amarayê ya ku Rêber Apo lê ji dayik bûye.

Mihemed Ocalan û parlementerê HDP’ê Omer Ocalan heyet pêşwazî kirin.

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran li Amarayê li pêşiya mala Rêber Apo daxuyanî da

Zekî Baran qala polîtîkaya tecrîdê ya 23 salan a li ser Rêber Apo kir û got;

“Tekane armanca polîtîkaya tecrîdê ew e ku têkiliya rêzdar Ocalan û ya gel qut bikin.

Hezar sal derbas bibin jî wê fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan neyê jibîrkirin.

Krîzên îro yên siyasî û ekonomîk girêdayî tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Ji ber vê divê rêzdar Ocalan ji aliyê fîzîkî de azad bibe.”

Omer Ocalan: Divê tecrîd bi dawî bibe û rêyên diyalogê werin vekirin

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî diyar kir piştî sala 2015’an tecrîda li ser Rêber Apo zêde giran buye, ne parêzer, ne malbat û ne jî heyet nikarin biçin Îmraliyê.

Omer Ocalan wiha got; “Fikrên Rêber Apo di dilê gelê Kurd de olan dide. Divê dewleta Tirk êdî siyaseta xwe li ber çavan derbas bike. Niha li her çar parçeyê Kurdistanê şer heye.

Ji bo pêşiya van şeran were girtin û rijandina xwînê bê sekinandin divê tecrîda li ser Rêber Apo biqede û rêyên diyalogê were vekirin.”

Mihemed Ocalan: Ji bo aştiya Rojhilata Navîn divê derîyê Îmraliyê bê vekirin

Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan jî diyar kir di 3 salên dawîn de têkiliya wan a bi Rêber Apo re qut bûye û got;

“Divê astengiyên li pêşiya hevdîtinê were rakirin. Divê deriyê Îmraliyê ji parêzer, malbat û heyetan re were vekirin.

Heke ew derî vebe wê aştî were Rojhilata Navîn.”

Back to top button