Polîsên Rûsî zêdeyî 1004 xwepêşander binçav kirin

Desthilata Rûsî bi sedan alîgirên Alexey Navalny di xwepêşandanên duh de binçav kirin.

Polîsan li Saint Petersburgê û gelek deveran zêdeyî hezar û 4 xwepêşander girtin.

Navalny ê ku ketiye greva birçîbûnê, li gorî 4 şarezayên hiqûqî yên NY, di nava megtirsiyeke mezin de ye û divê derveyî Rûsyayê were dermankirin.

DYA jî duh ji hikûmeta Rûsî xwest ku aliyekî serbixwe yekser bo Navalny alîkariya bijîşkî pêşkêş bike.

YE berî niha li ser bûyera jehrîkirina Navalny, ceza li Rûsyayê birîbû û gefa cezayine din xwar, eger Navalny jiyana xwe ji dest bide.

Back to top button