Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî hikûmeta Şamê ceza kir

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) hikûmeta Şamê ceza kir û ew ji mafê dengdayînê bêpar kir.

Welatên endam ên OPCW piştî piştrastkirina ku hikûmeta Şamê çekên kîmyawî bi kar aniye, biryara cezakirina rejîma Esed xist dengdanê.

Biryar ji aliyê 87 welat ve hate erêkirin.

Hevkarên hikûmeta Şamê mîna Îran, Rûsya û Çîn jî di nav de, 15 welat li dijî biryar bûn, 34 welat jî bêdeng man.

Hikûmeta Şamê: Biryar bi armanca zêdekirina zextan pêk hatiye

Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Şamê jî ev yek red kir û îdia kir ku biyrara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, bi aramcna zêdekirina zextên li ser Sûriyê, pêk hatiye.

Back to top button