Chandrayaan-3 a Hindistanê li Heyvê agahiyan dişîne

Roketa Hindistanê ya bi navê Chandrayaan-3 ku bi awayekî serketî li ser Heyvê bi cih bû, agahiyên girîng dişîne.
Piştî agahiyên rewşa hewayê, niha jî agahiyan li ser hebûna madeya sulfur hate parvekirin.
Rêxistina Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê (ISRO) hebûna sulfur li Heyvê piştrast kir.

Hindistanê agahiyên ku bi riya roketa Chandrayaan-3 ji Heyvê girtine parve kir.

Piştî agahiyên li ser rewşa hewayê vê carê jî Hindistanê hebûna metal û kîmyewîyên cuda yên di Heyvê de piştrast kir

Li Başûrê Heyvê madeya sulfur hatiye keşifkirin

Li gor agahiyan li qutba başûrê Heyvê madeya sulfur hatiye keşifkirin.

Rêxistina Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê (ISRO) di daxuyaniyekê de got:

“Bi awayekî eşkere hebûna sulfur li herêmê hatiye piştrast kirin.”

Li ser Heyvê elementên binirx

ISRO ragihand ku analîza spektrografîk piştrast kir ku aluminium, kalsiyûm, hesin, krom û tîtanyûm jî li ser rûyê Heyvê hene.

Her wiha lêkolînên heyî hebûna manganez, silicon û oksîjenê jî nîşan didin.

lêkolîn wê du hefteyan berdewam be

ISRO dê hewildanên xwe yên keşfê yên li qutba başûr bi wesayitek şeş-teker bidomîne.

Ev wesayît dê du hefetyan bikaribe li berxwe bide.

Tê payîn ku wesayît di nav du hefteyan de li herêmê bigere, wêne û daneyên zanistî bişîne.

Planên fezayê yên Hindistanê!

Hîndîstan, welatê yekem ê Asyayê ye ku di sala 2014’an de wesayitek li dora Marsê bi cih kir.

Niha jî plan dike ku di meha Îlonê de wesayitekê bişîne tavê.

Di nava planên ISRO de, di nava sala pêşiya me de, rêgeheke sê rojî ya rêwiyên cih digre.

Her wiha Hindistan plan dike ku di sala 2025’an de bi Japonya re roketekî bişîne Heyvê û di du salên pêş de rêgehek ya erka bo Venusê bişîne.

Hindistanê daneyên yekem ên li ser Heyvê parve kir

Back to top button