Hindistanê daneyên yekem ên li ser Heyvê parve kir

Hindistanê piştî rêkirina roketa Chandrayaan-3 bi ser rûyê Heyvê agahiyên yekem parvekir.
Li gor agahiyan roketa Vikram têkîldarî germahiya li ser Heyvê raporek parve şandiye.
Di lêkolînê de germahiya di kûrahiya 8 santîmetreyan de li ser rûyê Heyvê weke 10 pileyî hatiye tomarkirin.

Hindistanê piştî rêkirina roketa Chandrayaan-3 bi ser rûyê Heyvê agahiyên yekem parvekir.

Roketa Vikram a li ser rokata Chandrayaan-3, daneyên yekem ên li ser germahiya Heyvê ji Navenda Lêkolînên Fezayê ya Hindistanê (ISRO) re şand.

Ev agah ji aliyê ajansa nûçeyan a Asya News International (ANI) ya Hindîstanê ve hate ragihandin.

Ajansê diyar kir roketa Vikram bi serketî li ser rûyê Heyvê rûnişt.

Agahiyên yekem li ser germahiya Heyvê ye

ISRO encama lêkolînê di posta xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X de parve kir.

Li gor raporê germahiya di kûrahiya 8 santîmetreyan de li ser rûyê Heyvê weke 10 pileyî hatiye tomarkirin û her diçe zêde dibe.

ISRO’yê diyar kir ev dan cara yekem li qutba başûrê Heyvê hatiye keşif kirin û hêjî lêkolîn dewam dikin.

Hindistan bû welatê çaremîn ku bi serketî çû ser Heyvê

Hindistanê roketa Chandrayaan-3 di 14’ê Tîrmehê de ji bo lêkolîna şande Heyvê.

Roket di 23’yê tebaxê de bi serkeftî daket ser Heyvê.

Bi daketina roketa Chandrayaan-3 re, Hindistan bû welatê çaremîn ku di vê yekê de serketî ye.

Berî niha jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtiya Sovyetê û Çînê roket şandibûn ser Heyvê.

Li gorî daxuyniyê Hindistanê Chandrayaan-3 bi qasî 3,9 ton e.

Her wiha armanca wan jî lêkolîna li başûrê Heyvê ye.

Zanyar di wê baweriyê de ne ku rezervên girîng ên ava cemidî û hêmanên giranbiha li wir hene.

Hindistanê bi mîsyona Chandrayaan-3 berê xwe daye Heyvê

Back to top button