Dundar: Divê Îmralî û girtîgeh demildest bên valakirin

Parlametnera HDP’ê Pero Dundar diyar kir ku ji ber vîruss korona divê girtîgeh hemû bên valakirin û anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan gelek caran balkişandiya ser şer, şewbên ku kapîtalîzmê anine vê astê û got divê desthilatdarî demildest gûh bide gotinên Birêz Ocalan.

Bîlançoya Vîrusa Coronayê li Tirkiyê her diçe giran dibe û yek ji cihên ku herî bi rîskin jî girtîgeh in.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dondar da zanîn ku di serî de Îmralî û hemû girtîgeh divê bên valakirin.

Pero bal kişand ser tecrîda 21 salan a li Îmraliyê didome û got:

Sekna li Îmraliyê sekna gel e, Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de her tim cih da vê pêvajoyê, dewlet jî her tim bi tecrîdê hewl da pêşî li van fikran bigire.

Birêz Ocalan aliyê aborî, îdeolojîk, siyasî û biyolojîk yê vî şerî daniye holê û hîna jî datîne holê.

Pero destnîşan kir ku şerê 3’emîn yê cîhanê bi vîrusê hatiye fêmkirin û wiha dewam kir:

” Birêz Ocalan xeterî ji despêkê ve dît û xwest tedbîr bên girtin, lê dewlet her tim bi polîtîkayên tecrîdê civak ji xwe re kiriye qurban û her cureyê derfetê bikar tîne.

Desthilatdarî di pêvajoya vîrusê de li şûna li çareseriyan bigere dixwaze di vê pêvajoyê de krîzê veguhere derfetê.

Pero Dondar bang kir ku divê di serî de Îmrali hemû girtîgeh demildest bên valakirin û got:

Yek ji cihên herî bi rîsk Grava Îmraliyê ye, gumana belavbûna virusê ya li girtîgehan heye, divê demildest Birêz Ocalan û hemû girtî bên berdan.

Back to top button