Dadgeha Lahay 20 sûcên şer ên Erdogan erê kirin

Li dijî sûcên Erdogan û Serac, rêxistina Lîbî ya qurbanên terorê, bi hevkariya navenda Avro-Asyewî ya lêkolînan, gilînamek pêşkêşî dadgeha navdewletî kir û dadgehê jî gilîname di bin navê “Dijminatiya Tirkiye li dijî Lîbyayê” de erê kir.
Her wiha Grûpa Karê Siyasî bo Lîbyayê banga vekişandina yekser û bêmerc a hemû çeteyan ji xaka Lîbyayê kir.

Dadgeha Sûcên Navdewletî ya li bajarê Lahay yê Netherlandê (Hollanda), gilînameyekê ku der heqê sûcên Tirkiyê de hatiye pêşkêşkirin, erê dike.

Ev giîname ji hêla Rêxistina Lîbî ya qurbanên terorê bi hevkariya navenda Avro-Asyewî ya lêkolînan hatibû pêşkêşkirin.

Dadgeha Lahay jî ev yek li jêr navê “Dijminatiya Tirkiye li dijî Lîbyayê” erê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan “Nova” ya Îtalî, di vê gilînameyê de, serokkomarê Tirkiyê Erdogan, jimarek efserên leşkerî yên Tirk, serokê berê yê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac û jimarek berpirsyarên hikumeta wî, tên tawanbarkirin.

Di gilînameyê de tê gotin ku “Erdogan, Serac û hemû kesên navên wan tê de hatine rêzkirin, 20 sûcên şer ên li dijî qanûna navdewletî li ser xaka Lîbyayê kirine.

Her wiha gelek caran peymanên NY û Konseya Ewlekariyê, nexasim biryara jimar 1970 ya qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê, binpê kirine”.

Rêxistina Lîbî ya qurbanên terorê, belgeyên 20 sûcên şer, ku di nava wan de sûcên dijminane, komkujîyên kuştin, ziyankirin, birçîkirin û sûcên wêrankirina mal û milkan û desteserkirina wan, veguhastin û perwerdekirina çeteyan û hwd hene, pêşkêşî dadgeha navdewletî kirin.

Komîteyê banga derxistina yekser û bêmerc a çeteyan ji Lîbyayê kir

Ji aliyekî din ve, Grûpa Karê Siyasî ya girêdayî Komîteya Şopandinê ya Navdewletî bo Lîbyayê, teqezî li ser vekişandina yekser û bêmerc a hemû hêzên biyanî û çeteyan ji xaka Lîbyayê kir.

Heman grûpê di civînekê de banga lezkirina xebatan di çarçoveya rêgirtina li ber gefên komên çete, ji bo pêkanîna pêvajoyeke zelal a hilbijartinan kir.

Back to top button