Leyla Guven bi nameyekê piştgirî da pêngavên zimanê Kurdî

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi nameyekê peyam ji Tora Ziman û Çanda Kurdî re şand û piştgirî da pêngava ji bo zimanê Kurdî.

Leyla Guven diyar kir, jiyana gelê Kurd ev sed sal her tim di nava aloziyekê de ye, sedema wê jî dijminantiya zimanê Kurdî ye. Ji ber li ku derê ev ziman tê axaftin, li wê derê lêdan, kuştin, tunekirina çand û gel heye.

Leyla teqez kir, ku bi çi awayî û li ku derê xebatên pêşxistin, parastina ziman werin kir, ew ê serkeftin û pîroz bikin.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, di 22’ê Sibatê de ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, pêngava îmzeyan dabû destpêkirin.

Her wiha dê heya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî dewam bike, paşê wê îmze ji saziyên têkildar re bên şandin.

Back to top button