Iraq: Êrişa li dijî barageha Eyn Esed hat têkbirin

Ji despêka salê ve baragehên DYA yên li Iraqê bûne armanca êrişan. Iraqê ragihand, li baregeha Eyn Esed a li Enbarê pêşî li êrişa bi balefirek bê mirov hat girtin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand, bi rêya sîstema parastina asîmanî rê nehat dayîn balefira bê mirov a nenas nêzî baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê bibe.

Ev hewildana êrişê di demekî de ye ku di du rojên borî de, bi muşek û dironên bombebarkirî êrişê baregeha Eyn Esed hatibû kirin, lê ev êriş ji aliyê sîstema parastinê ve hatibûn pûçkirin.

Baregeha Eyn Esed dikeve li parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê.

Ji beriya niha hêzên Amerîka têde diman.

19’ê Kanûna 2021’an Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand, hêzên hevpeyman di çarçoveya vekişîna ji xaka Iraqê de, kelûpelên xwe yên li baregehê radestî artêşa Iraqê kiriye.

Back to top button