“Sûriyeyiyên ku vedigerin welat bi êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin”

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku penaberên Sûriyeyê yên ku vedigerin an jî tên dersînorkirin-li Sêriyeyê bi binpêkirinên mafên mirovan, êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî penaberên Sûriyeyî yên ku vedigerin malên xwe bi binpêkirinên cidî yên mafan, êşkence û tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.

Nivîskarên raporê binçavkirinên keyfî, êşkence, tundiya zayendî û revandinên ku li seranserê welat ji aliyê hikûmeta Sûriyê, desthilatdarên defakto yan komên çekdar ên din ve hatine kirin bi belge kirin.

Li gorî raporê, kesên ku vedigerin milkên wan û pereyên wan tên destserkirin û li hemberî her cure êrîşan bêparastin in.

Li gorî raporê dersînorkirina bi darê zorê ya penaberên Sûriyeyî bi taybetî ji Tirkiye û Lubnanê hene.

Back to top button