Li Reqa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konferansek hat li darxistin

Rastiya fermandariyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk” ev mijarên konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn.
Konfernas ji aliyê Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Reqayê hat li darxistin.
Konferansê ji bo pêngava navneteweyî a Azadiya Rêber Apo bibe melyonî teqezî bi piştgiriyê hat kirin.

Bi dirûşma “Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were” konferana ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat li darxistin.

Konfernas ji aliyê Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Apo ve li bajarê Reqayê pêk hat..

Endamên însiyatîfê, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Meclisa Rûspiyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriya Pêşerojê di nav de ji katonên din jî gelek kes amade bûn.

Hevserokê Meclisa Gelên Demokratîk a kantona Reqayê Lûey El-Îsa, destpêkê axivî û soz da heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Hemdan El Ebid jî teqezî bi helwesta gelên herêmê ji bo piştgiriya aştiyê kir.

Di konferasê de dê rastiya Rêvebertiyê, komploya navneteweyî û şaristaniya demokratîk hatin nîqaşkirin.

“Em ê bi xebatên xwe pêngava navneteweyî bikin milyonî”

Konferansê bi encamnameyek bi dawî bûn.

Di encamnameyê de çend xalên ku balhatin kişandin li ser ew jî,

  • Piştgiriya Pêngava navneteweyî a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, da bibe melyonî.
  • Belavkirina fikir, felsefe û pirtûkên Rêber Apo nava tevahî civakên Rojhilat Navîn.
  • Têkilî bi civakên sivîl, êl û serokeşîrên welatên erebî re.
  • Projeya netewa Damokratîk, projeya herî guncaw a bidawîkirina aloziyên rojhilat Navîn hat dîtin.
  • Xebat ji bo piştgiriya pirojeya netewa demokratîk û rêkirina şandeyên hiqûqî, êl û rewşenbîrî li welatên Erebî.

“Hemû pêkhateyên bi fikra Rêber Apo bawer wê têbikoşin”

Beşdarên konferansê teqez kirin ku ewê bi hemû şêwayan xebat bikin da ku dosyaya rêber apo ji siyasî derbasî dosyaya qanûnî bikin.

Hêjayî gotinê ye konferans di çarçoveya çalakiyên salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de pêk hat.

Li wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpêkir

Back to top button