Israîlê bi çend moşekan deverên derdora Şamê armanc girtin

Careke din bi çend moşekan, balafirên Israîlê deverên derdora Şamê kirin armanc.
Ziyan tenê madî bûn.

Ajansa Reutersê li gorî çavkaniyeke leşkerî ragihand “Îro Dueşmê, bi moşekên Israîlî deverên derdora Şamê hatin armancgirtin.”

Çavkaniyê eşkere kir ku moşek ji aliyê Libnanê ve dihatin avêtin.

Hat ragihandin ku sîstema parastina asîmanî ya Sûriyê karî van moşekan bêbandor bike û bîne xwarê.

Lê zirarên madî di encama vê êrişê de çêbûn.

SOHR: Êriş li ser deverên Hizbullaha Libnanî pêk hatin

Li ser heman êrişê Çavdêriya Mafê mirovan a Sûriyê eşkere kir “Êriş li ser dever û embarên leşkerî yên Hizbullaha Libnanî pêk hatiye.”

Ev deverên ku çavdêrî behsa wan dike, li bajarê El Qitêfa yê bakur rojhilatî Şamê ne.

Hat ragihandin ku 5 teqîn li vî bajarî hatin bihîstin, paşê jî agir bi dever û embarên leşkerî yên Hizbullah ketin.

Back to top button