Li Amedê êşkence li girtiyên siyasî hate kirin

Li Girtîgeha Amedê ji ber ku girtiyan şalwar li xwe kirine û jimartina li ser pêyan qebûl nekirine, êşkence li wan hate kirin.

Hefteya borî derketibû holê ku girtiyê ji doza PKK’ê Înan Akin ê ku Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê sirgunî Girtîgeha Tîpa F û Girtîgeha Ewlehiya Wê Zêde ya jimara 2’an hatibû kirin, êşkence lê hatiye kirin.

Duh jî derket holê ku li van girtîgehan êşkence li girtiyan hatiye kirin.

Hate ragihandin ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 60 girtî sirgunî Girtîgeha Tîpa F hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku di dema sirgunê de gardiyanan ji girtiyê bi navê Azîz Tûfan xwestine ku bila şelwarê xwe derxîne û ji ber ku Tûfan ev tişt qebûl nekiriye, êşkence lê hatiye kirin.

Li gorî agahiyan 8,9 gardiyan dikevin odeyên yekkesî hejmara li ser pêyan li ser girtiyan ferz dikin.

Her wiha girtiyên li Şirnexê jî ji bo binpêkirina mafan protesto bikin derneketin hevdîtinê.

Back to top button