Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê bi jinên Rojava re civiya.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di civînê de behsa rewşa giştî ya Rojava û êrişên li dijî jinan kir.
Rîhan destnîşan kir ku têkoşîna jinan bi ruhê şoreşa jinan dewam dike û got:
Konferansa 9’emîn a Kongra Star di salvegera 18’emîn a damezrandina Kongra Star de hat lidarxistin.
Gelek biryarên girîng hatin girtin ku hêza birêxistinkirina jinan xurttir bikin.
Her wiha Rîhan got, divê tu jin li Rojava, Sûriyê û derve bê birêxistinkirin nemînin.
Di civînê de bernameya xebata Komîteya Têkiliyan û Peymanên Demokratîk ji aliyê endama nûnerên Kongra Star Silava Silêman ve hate xwendin.