Li Şerîda Xezayê şerên dijwar: Îsraîl Xan Yûnis dorpêç dike

Her ku artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên li başûrê Şerîda Xezayê berfireh dike, rewşa sivîlan zehmetir dibe.
Di şerê li nava Xezayê de, artêşa Îsraîl Xan Yûnis dorpêç dike.
Rêxistinên navneteweyî jî Îsraîl bi tundî rexne kirin.

Dema ku artêşa Îsraîlê operasyona bejayî ya li başûrê Şerîda Xezayê berfireh dike.

Hat ragihandin ku li herêmê şerê dijwar diqewimin û gelek Filistînî mirin.

Serokê Serfermandariya Îsraîlê Herzî Helewî diyar kir ku wan derdora bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Şerîda Xezatê dorpêç kirine û got,

“Di ser destpêkirina şer re 60 roj derbas bûn, leşkerên me niha herêma Xan Yûnisê dorpêç kirine.

Me gelek baregehên Hemasê yên li bakurê Şerîda Xezayê parastine û niha jî baregehên li başûr jî dikin armanc.”

Fermandarê Herêma Başûr Orgeneral Yaron Finkelman ku yek ji berpirsên payebilind ên artêşa Îsraîlê ye, diyar kir ku îro roja şerê herî tund ên piştî êrişa li ser Xezyaê ye.

Îsraîl ji bo derketina xelkê bajar bi belavokên ji asîmanan de avêtî ew hişyar kiribûn.

Şerê Îsraîl û Hemas: Bêtirî 16 hezar Filistînî hatine kuştin

Hemasê ragihand ku jimara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmehê heta niha di operasyonên Îsraîlê de hatine kuştin gihiştiye 16 hezar û 248’an.

Herî kêm 7 hezar û 600 kes jî winda ne.

Hemasê diyar kir ku artêşa Îsraîlê di operasyonan de bêtirî 50 hezar ton bombe avêtine û di encama bomberdûmanê de 52 hezar xanî, 69 dibistan, 121 avahiyên dewletê û 100 mizgeft bi temamî hatine rûxandin.

Wezîra Tenduristiyê ya Filistînê Maî El-Kaîla bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hezaran cenaze di bin xerabeyan de ne.

WHO: Em nêzî dema herî tarî ya mirovahiyê dibin

Hişyariyên saziyên navneteweyî yên têkildarî rewşa sivîlên li Xezayê dewam dikin.

Rêveberê Herêmê yê Fîlîstînê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Richard Peeperkorn diyar kir ku rewşa sivîlên li Şerîda Xezayê her saetekê xerabtir dibe û her 10 deqîqe carekê zarokek dimire.

Peeperkorn got:

“Em nêzî dema herî tarî ya mirovahiyê dibin.

Jimara nexweşan 120 hezar derbas kiriye.

Li nexweşxaneyan jî dimenên tirsanek heye.”

UNICEF ​​ji bo “herêma ewle” rexne li Îsraîlê girt

Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) James Elder jî banga valakirina sivîlan a Îsraîlê rexne kir û got,

“Cihên ku mirov nîşanî wan dide ku biçinê av tune ye, avahî tune ye.

Ji serma û baranê nayê parastin.”

Elder diyar kir ku weke welatê êrişker Îsraîl ji peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanî berpirsyar e.

Îsraîl êrişî nava Xeza û rojhilatê wê kir: 50 kes mirin

Back to top button