Pirsgirêka kehrebeyê ya li kampa koçberên Serêkaniyê çareser bû

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji 4 hezar koçberên kampa Serêkaniyê re, kehrebe dabîn kir.

Bi sedema derketina transa kehrebeyê ji ximzetê, kehrebe li ser beşa 5’an ku tê de 4 hezar koçber heye, qut bûbû.

Ji bo peydakirina kehrebê, rêveberiya kampê bi hevkariya saziyên taybet ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê re trans guhart û ji nû ve kehrebe da.

Transa nû rojê 10 saetan kehrebeyê dide beşa 5’an a kampê.

Bi vî awayî, Kehrebe li koçberên kampa Serêkaniyê ya rojhilatê Hesekê vegerî.

Li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 575 malbatên koçber di 5 beşan de bi cih bûne.

Bi rêya 5 transan kehrebe jêre tê dayîn.

Back to top button